Hêsirên Graniayê

Fabilek li ser kurdan, Keltan û kslê Henaran

Gotin ji E. A. Nolanê  ❦  Wêne ji Saar Keunenê

Hêsirên Graniyayê çîrokeka evîndariyê ya du-kulturî (bi-cultural) ya li ser du rêberên xwedan hêzên wekhev e: cinekî Kurd ê wêrek yê bi navê Tijda û serrahîbeyeka xweşik a Îrlandî a bi navê Graniya ye. Gava civaka Graniayê ji bal pêşveketina orduya Romayiyan dikeve ber gefan Tijda û Graniya hevkariyekê avadikin ku di encamê de riya hebûna gele Kurd vedike. Di nav çîrokê de xwendevan pêrgiyê reqe-daketina (lierdêketina) 500 kilîmên (xalîçeyên) biefsûn, hêsirên xemgîn ên ku dikarin veguherin yaqûtên kefdayî û baxçeyekî mêweyan yê sihêrdar ku berê xwe yê pêştirîn ê henaran dide tê.

Danasîna Pirtûkê

Dîmenek ji danasîna Hêstirên Graniayayê li Pirtûkxana Kurdî Stockholmê - Swêdê

Axaftina xêrhatinê: Alî Çiftçi, Gotarbêj: E.A. Nolan û Wergêr İdris Okuduci, Musîk: Tuncay Korkmaz û Axaftina Dawî: Soran İsmail

 

 

Çima ve-nivîsîna efsaneyekê ?

Hêsirên Graniayê, ya ku demekê efsaneyeka tarî û zordar a afirindiniyê ya Kurdan bû vediguhêre çîrokeka aştiyane ya pozîtîf bi peyamên giring ên li ser koçberiya mecbûrkirî, pirkulturîyê û wekhevîyê.
Zêdetir hînbe →

GUH BIDÊ… bi Kurdî

Hêsirên Graniyayê ê di destpêka 2016-ê de wek pirtûka deng derkeve. Di vê navberê de tu dikarî pê li lînka jêrê bikî û beşekê ji versiyona Kurmancî guhdarî bikî.
Zêdetir hînbe →