Li dinyayê tu êş tune ye ku ji wendakirina welatekî girantir be. Euripides, 431 Berîya Zayînê

 

ROHAT ALAKOM, BÎRNEBÛN, HEJMAR 64 (2016) 

Ev pirtûka bi wêne wisa xuya dibe bona zarokan hatiye nivîsîn. Lê belê kesekî 60 salî wek min pirtûk di carekê de bi kêfxweşî xwend. Careke din dîsa xwend. Divê mirovên hemû temenan (umir) vê pirtûkê bixwînin. Pirûka Elizabeth A Nolanê ji çend aliyan gelek balkêş e. Cara pêşîn berhemeke edebî têkiliyên kurd-îrlandî ji xwe re kiriye mijar. Dema rojekê dîroka têkiliyên van herdu gelan bê nivîsîn bêguman Hêstirên Graniayê wê xwe bide bîranîn. Bi kêmanî niha teksteke ku em bikaribin li ser kar bikin êdî li ber destê me heye. Ew evîn, hesret û hêvîya ku di pirtûkê de dikele bi alîkariya gotin û wênan Kurdistan û Îrlanda gelek nêzî hev kiriye. Di pirtûkê de ew teswîrkirina şova (show) 500 rahîbeyên îrlandî bi rastî hêjayî besndayînê ye. Li ser wan de her xweşî dibare. Mirov hew zane ku dinya tenê ji Îrlandayê û Kurdistanê pêk tê. Di wan nexşeyên ku di pirtûkê de hene jî bes du welat hatine nîşan kirin: Hibernia û Kurdistan. Dema kesekî-kesekê ev pirtûka xwend êdî Îrlanda yan jî Kurdistan yekcar li ber dilên wan dikare hin jî şirîntir bibe. Ev rastiya jî nîşan dide ku edebîyat xweyê hêzeke wisa xurt e ku raste rast dikare mirovan –xweyê van rêzan jî- di bin bandûra xwe de bihêle, kêfa wan bîne, enerjîyeke mezin bide wan. Ne tenê bextê van dilketiyan, di pirtûkê de qeder û enînivîsa Îrlanda û Kurdistanê ku dişibin hev jî car car xuya dibe. Di pirtûkê de ewrên reş jî tên diçin.

Di zimanê kurdî de kesên aqildar, çavvekirî û zîrek re jî gelek caran bi çavekî pak dibêjin: mîna cinan. Ew tîpên kurd ku di vê berhema nivîskar de hene (Xêncî Zamoyê tembel) hemû mîna cinan in, cinekurd in, wek mînak ji tunebûnê neteweyek, kurd efirandine. Cinên nivîskar Elizabeth A Nolanê gelek şirîn, maqûl û zîrek in. Nivîskara ku bi salan bi amadekirina vê pirtûkê mijûl bûye jî dişibe cinan, eger ew mîna cinan nîn bûya efrandineke wiha xweşik!

 

MEHMET Tayfun, NIVÎSKAR & DÎROKNAS

Di encama tahdeyiyên berpirsên Tirk a bi deh salan û qedexeya bi perwerdeya kurdî, tenê çend nivîskarên kurd ên edebiyata zarokan hene. Elizabeth Nolan bi xwe jî ne kurd e, bi Hêsirên Graniyayê wê çîrokeka kurdan a bêhempa û sipehî afirandiye ku ê xizmeta parastina kultura me bike.

Hêsirên Graniyayê pêçîkê datîne ser gelek temayên giring ku edebiyata zarokan a kurdan a bi hebûna xwe ya îroyîn jê bêpar e. Berê li ser behsa koçberiya xemder, ku ji bo malbatên li penaberiyê gelek giring e. Ya duyê, çîrok xwedan karaktereka jin a serbixwe û bihêz e. Nimûneyên wek vê di çîrokên zarokan yên kurdan de gelek kêm in. Ya siyê, Hêsirên Graniyayê, li ser pêwendiyên evînpur yên du rêberên wekhev bihêz- jib o kurran jî, keçan jî nimûneyeka harîqa ye.

 

IHSAN ESPAR, perwerdekar

Min 20 salan li Stockholmê wek mamosteyê ziman ji bo Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) kar kir. Piraniya şagirdên min zarokên wan malbatan bûn ku di salen 1980-ê û 1990-ê de ji Kurdistana bin destê Tirkiyeyê pena anîbîn Swêdê.  Pirsgirêka serekî ya mamosteyên kurd peydanebûna alavên perwerdeyê yên lêhatî bû. Me zêde kitêbên qenc tunene ku îlham û balkêşiyê bidin zimanê zikmakî yê şagirdên me.

Gelek aliyên Hêsirên Graniayê hene ku bi qenaeta min ê pêşveçûna zimanî ya şagirdên min bilind bike. Jinge, karakter û buyerên tê de hemî lêhatî ne ji bo dinya xeyalî ya zarokan e. Dirok nîşan dide ku çawa cudatî tên çareserkirin û bextewerî geş dibe, gava merivên xwedan derbasbuyîyên cuda destpê dikin bi hev re xeber didin. Leheng, li pey evîna dilsozî û maneya jiyanê digerin. Ev temaya esasî ya pirtûkê ye. Di dunyaya îro ya zêde perçebûyî de zarokên me muhtacê bihîstina peyamekê ne