Jİ BO Çİ ji nÛ ve nivîsîna efsaneyekê ?

Hêsirên Graniayê, ya ku demekê efsaneyeka tarî û zordar a afirindiniyê ya Kurdan bû vediguhêre çîrokeka aştiyane ya pozîtîf bi peyamên giring ên li ser koçberiya mecbûrkirî, pirkulturîyê û wekhevîyê.

E. A. Nolanê efsaneya eslî ya li ser 500 Bakîreyan/Rahîbeyan di dema piştî Şerê Delavê (Şerê Xelîce) de gava di nav penaberên Kurd de kar dikir bihîst. Gava wê guh dayê, bala wê kêşa ku hemû qehremanên mêr sûcdar/gunehkar bûn û hemû qehremanên jin qurbanî bûn. Wek çîrokbêjeka bihewes wê meraq kir, gelo hemû dîmenên buyeran nedikarî ji perspektîfeka din bê dîtin. Ev bû destpêka Hêsirên Graniayê.

HÊSİRÊN GRANİYAYÊ Û KRÎZA PENABERAN A EWROPÎ

Bi fikra krîza penaberan a Ewropayê, ji nişkê ve roleka nuh a Hêsirên Graniyayê heye ku bilîze.

  • Bi temaya xwe ya xurt a li ser penaberan û mihaciriya mecbûrkirî, Hêsirên Graniyayê dikare zarokên gelek piçûk bi awayekî ne-tirsîner pêşkêşî mefhûma bingehîn ya mafê mirova bike.
  • Hêsirên Graniyayê dikare alîkariya penaberan û zarokên jicihrakirî yê hundurîn bike ku çi bi serên malbatên wan da hat û misoger bike ku dibe ku meriv xemgîn bibe li ser war û merivên ku meriv li pey xwe hiştine.
  • Piştî ku Hêsirên Graniyayê xwend, hin zarokên penaber dikarin serpêhatiyên xwe yên şexsî parvebikin, ku beşeka giring a prosesa cebirînê/başbûnê ye.
  • Gelek zarok li welatên cîhanê ê di demeka kurt de hevalên dersxaneyan ê nuh bibînin ku ji Suriyeyê, Iraqê, yan Afganistanê pena anîne. Hêsirên Graniyayê dikare alîkariya van zarokên welaten ser ruyê erdê bike ku serpêhatiyên hevalên xwe yên nuh ên penaber fahm bikin ku wan li seranserê ser riya azadiyê wergiritin.