Ali Çiftçi

Ali Çiftçi ji sala 1888-ê bi vir de ji 90-ê zêdetir pirtûkên zarokan weşandine. Sala 1992-yê nivîskara Swêdî Astrid Lingren, bi xwe ew hilbijart ku ew wergerên Kurdî yên pirtûka xwe ya zarokan a klasîk Pipiya Goredirêj biweşîne. Ji ber xebatên wî yên demdirêj ên pêşdexistina xwendinê û parastina zaravayên Kurdî, Ali sala 1999-ê xelateka taybetî ji Fonda Nivîskaran a Swêdê wergirt.

 

Elizabeth Nolan

Di dema xebatên li gel penaberên Kurd piştî Şerê Delavê (Şerê Xelîcê) yê pêşîn, nivîskar Elizabeth Nolanê ‘’Efsaneya 500 Bakîreyan’’ cara yekê bihîst. Weka yeka ji nesla nivîskarên Skotlandî û Îrlandî-Amerîkî meyleka wê ya zêde li ser folklore û parastina zimanên di bin xetera wendabûnê de heye. Hêsirên Graniayê kitêba wê ya zarokan a pêşîna e.  

 

Saar Keunen

Ew li Beljîkayê jidayik bû. Saar Keunenê li Akademiya Huneran a Tekstîlê a Gentê nexşekêşiya (dîzayna) tekstîlê xwend. Sala 2008-ê ew di riya programeka Erasmusê re li Îstanbulê beşdarî Universteya Hunerên Ciwan ya Marmarayê bû. Xatun Keunen ji sala 2010-ê bi vir de li Tirkiyeyê jiya û kar kir, ku wêneyên wê li vê derê bûn bergên CD-yên du hunermendên naskirî: Sedat Anar û Mizikci Melodiler.  

 

Anna Sjöstrand Hedström

Anna Sjöstrand Hedström nivîskar û wergêr e û rêvebireka denustandinê ya serguzeştên kûr ên pêrgîhatina kulturan e. Wek dayika du zarokên xwînşêrîn û henarhez, Ana gelek kêfxweş bû ku Hêsirên Graniyayê wergêre Swêdî.